
29 Hazîran 1925 /Amed ŞÊX SEÎD: Lİ HEMBER DİJMİN RÛYÊ ME REŞ NEKİN! Faysal Dağlı Şêx Seîd û hevalên wî roja 14’ê Nîsana 1925’an li Wartoyê hatibûn girtin û berê wan dabûn Amedê. Serhildana ku serokatiya wê ji rêxistina Azadî ji Şêx re mabû, sê meh ajotibû. Di van sê mehên xwînawî de ji herdû aliyan bi hezaran kesî jiyana xwe wendakiribû. Di encam de ji ber ku serhildan beriya wextê xwe teqiyabû û bê ku pîlaneke baş jê re bihata honandin destpêkiribû û bi awayeke tijî karesat bi encam bûbû. Şerwanên ku ji pevçûnan de rizgar bûbûn, xwe sipartibûn çiyayan û şerê partîzanî dikirin. Di serê meha Nîsanê de êdî Artêşa Tirk li heremê serdestiya xwe dabû hisandin. Pevçûnên girîng yên serhildanê jî di serê meha Nîsanê de qewimîbûn. Artêşê wek mengene dora herema serhildêr pêçabû. Gundên ku diketinê dişewitandin û hemû zindiyan dikuştin. Bi dehan hezar însan ji ber leşkeran berê xwe dabûn çiyayan. Xwarin, vexwarin nema bû. Çiya di nav berf û seqemê de bûn. Leşkerên ku ...