Ji bo neyên jibîrkirin!
ROJNAMEVANÊN WENDAYÎ
ROJNAMEVANÊN WENDAYÎ
Her sal di 22'ê Nîsanê de tê bîra me ku Rojname ya Kurdistanê, li sirgûniya Qahîreyê bi saya Mîqdad Mîthad Bedirxan, di sala 1898'an de dest bi weşanê kiriye û bi vê boneyê em vê rojê wek 'destpêka Rojnamegeriya Kurdistanê' pîroz dikin.
Helbet ev “roj/destpêk/cejn” li ser rabirdûyekî tijî karesat û serpêhatiyên jandar hatiye honandin ku divê heta hetayê aliyeke vê destpêk û rojê tevî xemgîniya cangoriyên rojnamegerên kurd bê bibîranîn.
İro bi sedan Tv, Radio, rojname, govar, web-site û hemû cûre alawên medyayê ya Kurdan hene, Kurd di medya civakî de gelek çalak in. Lê kevirê yekem ya asasê vê mîrata heyî li ser jiyan, ked, jan û berhemê çendîn nifşê rojnamevanên Kurd hatiye danîn.
Di serpêhatiya rojnamevaniya Kurdistanê de di çend dehsalên dawîn de efsaneyên nûjen hatin afirandin. Ked û fedekariya rojnamevanên kurd ya bê mînak û mîrasa wan ya nirxbilind hêjayê bîranînê ye.
Ez dixwazim di vê avrêlê de çend bîranînên demên destpêka çîroka me ya nûjen bînim ziman û hinekî bahsa nifşa salên 90’î ya rojnamevanên Kurd bikim. Yekem xebeta profesiyonel ya nûçevaniya Kurdên Bakûr di sala 1991'an de bi heftename ya Yeni Ülke'yê (Welatê Nû) destpêkir. (Weşanên siyasî yên rêxistinan li derveyê mijarê ye, hingê çend ji wan govarên mehane jî weşanê dikirin.) Şaxa Amedê wek dilê rojnamê bû. Herçend navenda Yeni Ülke’yê li Stenbolê jî bû, rojev û naverok li Amedê diyar dibû. Amed, qîble ya Yenî Ülke, yanê 'Welatê Nûh' bû. Peyamnerên ku li Kurdistanê dixebitîn bi ofîsa Amedê ve di têkiliyê de bûn.
Li şaxa Amedê her meh bi rêkûpêkî civîn dihatin lidardixistin. Hemû nûçevanên 'Welatê Nûh' her meh tevlî kombûnên li Amedê dibûn.
Li şaxa Amedê her meh bi rêkûpêkî civîn dihatin lidardixistin. Hemû nûçevanên 'Welatê Nûh' her meh tevlî kombûnên li Amedê dibûn.
Ji van civînan yek baş tê bîra min. Me amadekariya derxistina rojnameya Özgür Gündem a rojane dikir. Wê Özgür Gündem bibûya yekem rojnameya Kurdên Bakûr. Ji bo vê yekê xebateke xurt û rexistineke berfireh pêwîst bû. Li Kurdistanê dem zû derbasdibû. Hingê tempoya şer gelek bilind bû, alazên serhildanê û şerê çekdarî hemû kolan û quntarên bajar û çiyayan dagir kiribû.
Heftenameyekê nikaribû hemû bûyer, rastî û alîyên şerê li Kurdistanê bîne ziman û bide xuyakirin. Bûyerên ku nûçeyên wan dihatin çêkirin, çend katjimêr paşê kevn dibûn, cîhê xwe didan rûdanên taze. Dem û dîrok li pêşiya me dibeziya û em nedigihîştin leza wê. Ji bo vê yekê rojnameyeke rojane pêwîst bû.
Her mehekê me li bajarekî Kurdistanê ofîseke rojnameyê vedikir, nûçevanên nûh zêde dikir, hinek ji van ji bo perwerdeyê dianîn Amedê, an jî hinek hevalên me yên xwedî ezmûn demekî li ofîsên cuda kar dikirin.
Di civînên amadekirina Özgür Gündemê de, me biryar hebû ku, bi weşana rojnameyê divê berpirs û xebatkarên navenda Ö. Gündemê ji Amedê, ji Kurdistanê derkevin. Ji van civînên di ofîsên me yên şewitandî û bombekirî de pêk dihatin. Di nav de; Cengiz Altun, Rojda Buluttekin, Hafız Akdemir, Yahya Orhan, Mehmet Şenol, Kemal Kılıç, Adnan Işık, Orhan Karaağar, Ferhat Tepe, Safyetin Tepe, Nazım Babaoğlu, Burhan Karadeniz, Hüseyin Deniz, nêzîkî 70 peyamner, nivîskar û belavkarên me hatin qetilkirin. Gelek ji wan hevalên me nîvê temenê xwe li sirgûn an jî di zindanan de derbaskirin.
Dîwarên ofîsa me roj bi roj bi sûretê hevalên qetilkirî tijî dibûn. Brîndarî, îşkence, girtin, tehdîd, darezandin, komkirina rojnameyê, kuştina belavkaran, îşkencekirina li zarokên belavkar, bombekirin û şewitandina ofîsên me bûbûn detay ji jiyana me.
Ewçend jî rojnamevanên kurd wek ‚Teyrê Anqa'yê bûn. Bi kuştinê kêm nedibûn û ew li pêş mirinê bûn. Ew ji vê ezmûnê agirîn bi pakiya aniya xwe derbas bûn.
Serokwezîrê demê Süleyman Demirel ji bo rojnamevanên kurd digot; 'ew milîtan in.' Ew yek, bi armanca „destşûtina' ji cînayetan dihat gotin, lê belê, rastîyekî jî dianî ziman. Rojnamevanên kurd milîtanên ragehandina rastiyên welatê xwe bûn û pênûsa wan çeka wan bû. Ew gotina serkujeran kirteya kevneşopîya ku di sala 1990'an li Kurdistanê di warê rojnamegeriya kurd de hat avakirin, bi zelalî dianî ziman. Bê ûcdaniya şer û kujeran, ji bo rojnamevanekî kurd fedekariya milîtanekî dixwest.
Li bîra min e; di wan rojan dê komeke nûçegihanên biyanî hatibûn serdana me. Derbarê zext û zilma li ser rojnamevanên kurd wiha digotin; 'Hûn çawa li ber xwe didin, em fahm nakin.'
Dîrokzan Arnold Tonybee tîne bîra me ku ‚ji bo netewekî karesata herî mezin, nivîsandina dîroka wê, bi destê dijminên wê ye!' Îro ev karesat ji ber deriye kurdan vegerîya be, bi saya ew rojnamevanên wendayî ne jî.
Roj a wan, destpêk a wan, giyan û jiyan a wan, ked a wan pîroz e!
Yorumlar
Yorum Gönder